Anasayfa / Güncel / JI PARTîZANÊ DAXWIYANIYA PÊWÎST BO RAYA GIŞTÎ WERARA REVOKIYA TESFIYEKARIYA ASAYÎ HEVKARIYA BI DEVLETÊ RE Û ÎXBARKARÎ*

JI PARTîZANÊ DAXWIYANIYA PÊWÎST BO RAYA GIŞTÎ WERARA REVOKIYA TESFIYEKARIYA ASAYÎ HEVKARIYA BI DEVLETÊ RE Û ÎXBARKARÎ*

*Partizan tarafından Ekim 2018 tarihinde yayınlanan “Tasfiyeci Kaçkınlığın Olağan Evrimi: Devletle İşbirliği ve İhbarcılık” başlıklı açıklamanın Kürtçesidir.

Tê zanîn ku kolektîfa me ji çileya 2017’an û bi vir de bi avayekî gutbûyîna ji kolektîfê û bi çûyîna rêxîstinbûyîneke cûda re hebûna xwe didomîne û îlan dike û li ser vî esasî ji aliyê klîkekê ve di bin êrîşekê de ye. Her ku kolektîfa me bangî li vê klîkê kiriye ku dest ji livdariyên xwe yên hizbkar berdin û li gorî rêgez, xebat û tuzûka Partiya Proleter (PP) ‘yê tev bigerin, kiribe jî wana peyman û hewldanên ku bi armanca parastina yekbûyînê vala derxistine û di îlona 2017’an de ji refên me qetiyane.

Rêxistina me jî dizanî bû ku ev klîk, wekî her klîkê di armanca lawazkirina îradeyê û parçekirina yekîtiya çalakvaniyê de ye.

Nêzîketiya ku me li hember vê klîkê pejirandiye ya ku “em bi hev re bin” û li ser  esasên qanûnî û rewa bisekinin bi polîtîk û bi bîrdozî hesêb bipirsin. wekî berhemeke wê dema ku tê de derbas dibû û rewşeke taybet dijiya bû. Ji ber vê yekê şêwaza pêkanîna rewşên yekîtiyê ne biyanîbûyîna li hember rastiya klîkê bû, pêdiviya mercên kirdewarî û tişteyî bû. Li aliyekî PP’ya MLM’yan, li aliyê din xebitandina qonaxeke bi awayekî dîyalektîka hizbî… Bi tevî rastiya xwe rêzikên tekoşîna çînên civakî pêk hatine û hizbê refên PP’an terikandiye.

Klîk berî ku refên PP’ya awaniya ku nûnertiya wê zanistiya karkerên enternasyonal ango MLM dike û di welatê me de wekî komunist dibîne bi awayekî mabesta wê rêxistineke komunist avakarinê biterikîne û bi awayeki bê cidiyetî, wekî mînak di nava hewldaneke  “derbeya neserkeftî” (ji ber ku derketiye holê) de cih  girtiye.

Bi armanca navendîbûyînê rêxistinkirina klîkê anîne asta avakirina komîteyên derbasdar. Di heman demê de kampanyayên buxtan, paşbêjî û derewên ku di nava xwe de deşîfrasyonên cidî dihewîne bi rê ve birin.

Ev mînak û sedemên vegetandinê ji bo fêmkirina kodên genetîk ên hizbê danayên girîng in. Klîk di serî de desthilatdarbûyînê, birêvêbirinê ji xwe re dike armanc. Ev taybetiya klîkê, tunehesibandina birêvebirin û rêgezên qanûnên kolektîfê dike. Bi klîkê re pêşîderbûyîna qirêjê ji ber vê yekê ye.

Heta ku bi destxistina pêkhateyê gengaz be, di nava refan de mayîn, da ku geşedanan ew xiste rewşeke ne gengaz jî terka refan!

Em dikarin bi rehetî bêjin ku pratîka vê klîkê, ne taybet e, giştî ye û dîroka tevî rêxistinên şoreşger û komûnîst ên cîhanê ev rastî pêşber kiriye.

Partîya Proleteran di nava resenatiya xwe de pêşveçûnên ji rêzê û encamên revokiyên partiyê ku girêdayî bûyerên klîkê jiya ye. Klîka tesfiyekar a ku di nava refên PP’ye derketiye, ji bilî diyarbûnên xwe yên giştî bi têkildarî avaniyên çînî xwediyê taybetmendiyên cuda yên polîtîk û civakî ye.

Klîka tesfiyekar a revokarê PP’yê di nava nûnertiya rastgiriyê ya herî restigir e, ku girêdayî şoreşgeriya bûrjûvatiya biçûk de ye: xwedî taybetmendiyên ji gel qut, elîstîst û ji berhemdayînê qut e. Li gorî feraseta rêxistin û seroktiyê jî bê rê û rêbaziyê, anarko-liberalî yê û xweserkariyê bilind dike. Komeke tesfiyekar, rastgir û xwedî taybetmendiyên şoreşgeriyên wê lawaz wekî berhemên vê rastiya polîtîk û çînî derketiye ser dika polîtîkayê.

Rewşa polîtîka welâtê me ne wekî pêvajoya agirbestiyê, di rewşeke lîberal de bû. Klîka tesfiyekar a rastgir di demeke ku rewşa şoreşgeriyê bi paş de diçû û êrîşên faşîst bilin dibûn de reviya bû.Ango mercên dîrokî ku tesfiyekarên rastgir di nav de dizan, şûr li şûran diket û agir bi êgir dihate ceribandin bû. Ji ber vê yekê ye ku rûyê klîka revokarên PP’yê derketiye holê wekî ku ji PP’yê reviyane ji şer û şoreşa Tirkiyê jî reviyane.

YÊN KU TESFIYEKARÎ BI HEVKARIYA NEYAR Û ÎXBARKARIYÊ TACÎDARKIRINÊ

Serpêhatiya hizbê, bi revîna ji PP’yê, şer û şoreşa welatê me bi dawî nebûye û nabe jî…. Serboriyên şoreşa welatê me û yên cîhanê jî diyar kirine ku pêvajoya têkçûyînê ya pêkhateyeke xwedî vê çawaniyê bi provakasyon û êrîşên dij-şoreşî dimeşe. Lê kolektîvîzmê ev rastî rû bi rû jiyaye. Çîroka revokên tesfiyekar di nava têkiliya partiya proleteran de xwedî rêbazeke taybet e û bi vê re tev li tekoşîna çînan e û ji ber vê taybetmendiya xwe jî, xwedî naverokeke giştî ye. Ji ber vê yekê ye ku ev çîrok ji aliyê gelek pêkhateyan ve tê nasîn. Ji vê yekê ye ku şahidiya yên ku dişibine wê dike. Em asteke nû ya vê çîroka revokarên tesfiyekar ya ku bi dijmin re hevkarî, êrîş li ser şoreşgeran  û ixbarkirina şoreşger-komûnîstan dijîn. Klîka tesfiyekariyan, xwe û revokiya xwe bi hevkariya neyar re û bi îxbarkariyê tacidar kirine. Rewşa ku me qala wê kiriye bi vî awayî hatiye jiyîn:

Di mehên borî de komeke polês, komeke parêzer û peywirdarên maliyê bi hev re çûne saziyeke me û bi îdîaya malê xwediyê milkî hatiye desteserkirin, giliyê xwe li cem Qeymeqam kiriye. Û gotine heke hûn vê saziyê vala nekin em ê bi destê zorê we ji vir derxînin û em ê pêvajoya   qanûnî bidine destpêkirin. Her çiqasî parêzerên xwefiroş ji bo ku sazî vala bibe hewl dane jî bi sekna xabetkarên me ya bi biryar û xwedî însiyatîf, ev hewldan vala derketiye. Piştî çend rojên borî polêsan careke din jî girtine ser saziyê û ev hewldan dubare kirine.

Di serî de em diyar dikin ku me ew cih dagir nekiriye û ev, hewldaneke xwe spartiye ganûna faşîzmê ya desteserkinê ye. Kesê ku bi qanûnan pevajoya desteserkirinê kiriye, hevserokê saziya derveyî welêt yê revokarên tesfiyekaran e. Bi xwesteka ku li ser nirxekî madî yî kolektîfa me rûniştinê, polês û dewlet dane pişta xwe,  polês û dewlet şandine ser me. Bi polês û dewletê re kar kirin û îxbarkarî ji bo “kulmeke dolar” e. Lê bi vê rastiya ku diyar e re di kûrahiyê de derûneke razayî heye. Bi vê pratîke re rastiyek derdikeve holê, ku em jî li dû vê rastiyê ne. Em bi rastiya ku ev klîk jê hatiye re eleqedar in ku bi çûyîna rêxistinbûyîna klîkê re bi awayekî aşkera û bi êrîşên herî hovî, yekîtiya çalakî û îradeya PP’yê hedef girtinê re. Ji rêxistinbûyîna klîkê werarî revîna ji Partiya Proleteryayê revîna ji şer û revîna ji şoreşa Tirkiyê bûye. Niha jî hihaye aşta bi dijmin re hevkarî û îxbarkirina şoreşgeran. Ya ku me eleqedar dike ev aliyê, cewhera vê rastiyê ye. Vê klîka rastgirê tesfiyekar, tirsonek, teşqelekar û xwedi feraseta derewkar. Doh dema ku li hember xebata klîkbûyînê helwest digirt û xwedî li saziya xwe derdiket û bi angaşta “dagirkirin, şidet”, “şîdeta li ser jinê” ye re kiribû cercecar. Bi awayeke neyekser re kolektif û pêkhateyan ji dijmin re wekî hedefê di nîşankirinê de tu ziyanî nedîtiye. Bi vê re nemane, saziyên şoreşger- demokrat tevlî bi derew û carecariya xwe kirinê re kolektîf ji xwe re kirine hedef. Doh yên ku wekî encama bêhêzî û tirsonekiya xwe bi carecariyê û derewan kirin ku pêkhateyên şoreşger bidine pişta xwe û li deriyen wan xistin; îro jî bi heman tirsonekî û nêzîkatiyeke semewqî bi helwesteke îlankirina ji şoreşgeriyê qutbûyînê “bi bêdengî” lê bi heman hêrs û dijminatiya kolektîfê li deriyên saziyên faşîzmê dixe, ji dada wan ji îdareya milkî û polêsên wan bi hêvî ne. Du aliyên tiştan hene û di navbera wan de têkiliya jevbûnê heye ango ganûneke di nava jiyanê de îspatkirî ye ku di şert û mercên guncav de dê her tişt biqulipe dijberê xwe. Ji ber ve yekê werara revokarên tesfiyekaran ne îbretî ye, geşedaneke guncavî diyalektîka jiyanê ye.

HEVKARIYA BI DEWLETÊ RE, PIŞTA XWE BI DEWLETÊ QAHÎMKIRIN Û ÎXBARKIRINA ŞOREŞGERAN NIKARE BIBE Û NAVE “ASAYΔ YA NÛ

Li gorî me ev êrîşa dij-şoreşî ya ku em rû bi rû hatine, derketina holê ya ku tê zanînê bû. Û di heman demê de ew rewş xwedî girîngiyekê bû ku diviya bû derbikeve rojeva pêkhateyên şoreşger. Bi armanca him agahî dayîn û him jî ji bo em bizanibin gelo şêwazê nêzîkatiya wan, feraseta wan û peşniyarên wana di derheqê pirsgirêkê de çi ne, em fam bikin. Me lidarxistina civînekê bi pekhateyên şoreşger re pêwîst û bi wate dît. Bi saziyên şoreşger ên ku bi tevîbûyîna xwe bersiva erênî dane banga me re, li gorî nêrîna me, me nîqaşên berhemdêr bi rê ve birin. Biryara saziyên di civînê de amade bûn ev bû ku bê şart û merc, betalkirin û bi paşvekişandina serîlêdanê û piştî ku ev pêngav hate avêtin nirxandina rewşê; saziyên di civînê de amade bûn vi kurtasî diyar kirin ku hevkariya bi dewletê re nayê qebul kirin  û vê nêzikatiyê mehkûm dikin. Wan saziyan biryareke bi awayê “Bê şert û merc paşvekişandin û betalkirina serîlêdanê, piştî ev gav hate avêtin nirxandina rewşê” dan.

Gotin wekî li gorî biryarê wê bi têkildaran re hevdîtinê pêk bînin. Saziyan ev hevdîtin pek anîn. Revokên testiyekar di vê hedîtinê de diyar kirine ku di serlênada bi dewletê re bûye de tu berpirsyariya me tune ye. Hevseroka saziya derveyî welêt a bi navê “…” bi biryara xwe ya takekesî kiriye. Saziyên ku hevdîtin pêk anîn jî diyarî me kirin ku wan gotine ev mijar wekî, bi tesarûfa kesekî nayê îzah kirin. Ji ber ku mirova we kesekî birêxistî ye divê ya ku pêwîst e bê kirin.

Vekirî ye ku koma tesfiyekar a rastgir, helwesteke tirsonek, manîpûlatîf û li pişta tiştên ku kirine nesekinok nîşan dane. Ev helwest jî helwesta vê kesê ji çav derxistin, feda kirin û xwekişandina paqijiyê ye. Lê revokên tesfiyekar di hevdîtinên xwe yên derveyî welêt de jî ji hinek saziyan re gotine em li vê helwestê xwedî derdikevin. Gelo çi ye ew a ku komekê di heman mijarê de dibe ser du helwestên ne lihevgirtî. Ku bê bêriyê yek ji nirxandinên kolektîfa me ya di derheqê wan testiyekarên rastgir de ew bû ku navenda vê klîkê Ewropa ye. Bi rastî jî ev klîka tesfiyekar li derveyî welêt bi taybetî jî  welateke li Ewropayê bihêz bûn. Ya ku testiyekarên rastgir dibire du helwestên cuda raste rast ew pirsgirêka hêzê bû. Li dervêyî welêt ji ber xwedî hêzekê ne lê xwedîderketin, lê li welêt ji ber bêhêziyê sûcdarî spartina kesekê… Yên ku em lê şahid helwesta bê rêgezî û di çirava pragmatîzmê de li berxwedayîn.

Pirsgirêk birina me ya saziyên şoreşger ne li ber çareserkirina pirsgirêkê avêtina li ser wan û ne jî çareserkirina pirsgirêkan li ser wan û hwd. Ye. Me armanca xwe bi vî awayî anîbû ziman. “her çend di şênberiyê de ya ku êrîşên wekî bi polêsan re îxbarkirina şoreşgeran, dewlet û polêsên wê şandina li ser şoreşgeran û bi xwespartina dewletê re çareserkirina pirsgirêkê li ser saziya me bûbe jî wekî çawaniya xwe ev êrîş li ser daneheviyên me yên dîrokî û nirxên me ne. Ev danehev û nirx jî li aliyê dîrokê yên çînên ku têne bindestkirin, şoreşgeran û tevgerên demokratîk hatine avakirin. Yekane sedema ku me ev pirsgirêk aniye Rojeva we jî ev e. “Tişta ku em dixwazin li ser bisekinin û agahî bidin yên ku xwediyê pratîkên wekî hevkariya bi dewletê re xwespartina dewletê, îxbarkirina şoreşgeran wê carê ne li aliye hêmanên paşverû, faşîstan ji aliyê yên ku qaşo ji xwe re dibejin em şoreşger in ve pêk hat. Şoreş û nirxên şoreşê di pişta xwe de tê xencerkirin. Divê bê diyarkirin ku beranberi helwesta bihêvîbûyîna ji qanûna faşîzmê û İxbarkarî ku minaka wê di diroka hêzên demokratîk û şoreşger de tune ye, hewldana me ya bi hestiyariyê, bersiva xwe li gorî giraniya rewşê nedîtiye.

Helwesta hêzên şoreşger û demokratîk, ya li hemberî wê rewşê, bi giranî wekî awayekî “nebihîstin, nedîtin û ne axaftin” bû. Wekî ew tişt ne hatiye jiyînê tev geriyan û îmajên “mirovên aqilmend”, “şoreşgerê gihaştî” nîşan dan û rewş veguhertina “serenada şîretê” û ji raya giştî re daxwiyaniyên sergirtî dayîn bû. Ev helwest û nêzîkatî rexneyên wekî bêfamiya li hember cewhera rewşê û bê guman bê cidiyetiyê heq dike. Daxwiyaniyên hin tevgerên şoreşger yan jî bersivên wan yên li hember pirsgirêkê wekî sivikdîtina sûca dij-şoreşê ku xwe dispêre qanûna dijmin jî bi şêwaza nedîtina hewldanan bû. Balkişandina “çewtî du alî ne” û dîsa pêşniyaren maseya çareseriyê ya hevpar jî ji bilî bêcegeriya nêrîna li nava çavên çewtiyê pê de tu tişt nîne. Di civîn û hevdîtinên bi saziyên şoreşger re, balkişandin û îzaha me vekirî bû ku “Dostino, em dixwazin vê xusûsê dubare diyar bikin ku, mijara ku em dixwazin nîkaş bikin, ne tenê bi me re, ne bi pirsgirêka ku em dijîn re û ne bi alîgirtina we re eleqedar e. Ji wê cidîtir e. Mijarê heq dikir ku divê ji aliyê tevgerên şoreşger hatiba nîqaşkirin ku di vê çaroveyê de helwesteke hevpar hatiba nîşandayîn.” Piştî hewldanên me pêk anîn yên ku di vê çarçoveyê de her çend bersiva pratîk a banga me ya civînê nehatibe dayîn, ji raya giştî re bangkirina avakirina “maseya çareseriye” bê guman ji aliyê cidiyetê ve “mijareke nîqaşê ye. Em wê pêşniyarê wekî “roldizîn” ê têdigehin û em dixwazin bi bîr bixin ku li şuna wê helwestê divê berpisiyarî di cih û dema xwe de bê bicihanînê.

EM DESTÛRA MEHKÛMKIRINA ÇANDA ŞOREŞGERİ Û NIRXÊN XWE NADIN!

Piştî vê bûyerê û hewldanên me yên ji bo ku dest ji îxbarkariyê biqerin, mixabin e ku bê encam mane. Hewldana me ya ji bo hevdîtina bi îxbarkarê feraseta tesfiyekar, hevseroka saziya Ewropayê re ji aliyê vê kesê re bi mahneyên cuda cuda re nehatiye qebûl kirin. Ligel her cure hewldanan eşkere bû ku ev rastgirê tesfiyekar, revokê partî û şer, tirsonek û klîka carecar ji vê feraseta teqabûlî dij-şoreşgeriyê dike bi paş de gavê navêje.

Dema bi polês û devletê re hevkarî, îxbarkarî ji nasnameya kiryar ango kesên ku ew pêk anîne cuda tê fikirîn, ya ku derdikeve li pêşiya me bûyereke krîmînal e. Lê kiryarê vê bûyerê di van demên nêzîk de bi gotina “şoreşgeriya pratîk” re di vê mijarê de yen ku zirten dikin yên hevokên “xwe li rêgezan girêdayîn û  ponijandina li ser xeta stratejîk” tînin zimên û yên ku qaşo gotina rêheval Kaypakkaya “kevnê bavêje, nûye hilgire” vedibêjin in. Bi vê rewşê tê fêmkirin ku em bi komeke ku dûmena xwe bi aliyê dij-şoreşê ve zîvirandî û di vê rîye de dest bi rê ve çûyînê kiriye re rû bi rû ne. Ya ku em pê re bi rû mane di heman demê de mînaka veguherîna şîzofreniyeke polîtîk e. Revokarên tesfiyekar bi pratîken xwe ji me û her kesî re vedibêjin ku; tişta ku “kevin” e tê avetinê şoreşgerî û nirxên şoreşgeriyê; tişta ku “nû” û tê hilgirtinê jî bi dijmin re hevkarî û îxbarkarî ye.Ji aliyê gel û şoreşgeran ve çawaniya dewletê diyar e. Em bangawaziya li her kes, sazî û her komên ku li hember faşîzme, dada faşîzmê, hêzên wê û dewleta ku bi amûrên xwe li ser esasê dijminatiya gel ava bûye disekinin; xwedî li nirxên şoreşgerî derdikevin, her kesên ku di tekoşîna azadî û mafên demokratîk de cih digrin e, ku li hember vê îxbarkariya ku rast e rast bi serlêdana saziyên dewletê re bûye helwestgirtinê dikin. Diyar e ku ev feraseta rizyayî û genî bi vê helwesta xwe dê zirarê bestenê ne li kolektîfa me bide; dê li mehûna nasnameya şoreşger jî nesekine. Zelal e ku her kes sazî û komên ku vê ‘îxbarkarî û pratîka dij-şoreşgeriyê dike, rewşeke “asayî” dibîne, le xwedî derdikeve, ji nedîtiyê ve tê, dê bikişîne nava rizînekê û dê tiştekî ku di dîroka tevgera şoreşgeriye de tune ye û divê ku tune be dê bigihîne li ser bingeheke ku dikaribe bê pêkanînê. Tê zanîn ku şoreşgen di bûyerên adlî de jî dikin ku gel ji çareseriya pirsgirêka bi ganûnen faşizmê dûr bigirin û bi vî awayî dikin ku qanî bikin. Le îro jî em bi, ji dewletê re îxbarkirina şoreşger û nirxên şoreşgeriyê, re rû bi rû ne. Em bi helwesteke îxbarkarê ku rûyê xwe daye bi qanûna faşîzme re “çareserî” yê rû bi rû ne. Em her kesî dawet’î li banga, helwestgirtin û mehkûmkirina vê sekna paşverû, ketî, rizîbûna ku di laşê îxbarkariyê de cih girtiye, dikin. Em diyar dikin ku em li hember vê helwest û pratîkê teqez, eşkere û bibiryar bisekinin û di vê mijarê de em ne dudilî ne. Em îlan dikin ku em ê ji xwedîderketina norm û nirxên şoreşgerî bi paş de nemînin. Em beyan dikin ku em ê li hemberî tunehesibandina norm û nirxên şoreşgerî mehûnkirina danehevên dîrokî û rêzikan, peritandina rêzikên kolektîfê bêdeng nemînin. Em vê gurûhê hişyar dikin, hişê xwe bidine serê xwe û dest ji êrîşa li ser şoreşê û nirxên şoreşgeriyê biqerin!

PARTÎZAN

Cotmet 2018